Polîtîk

Kurd li Londonê jî Daîşê şikandin

Li gor raporekî “Egzamîner”, li Londona paytexta Brîtanya û pevçûn li navbera Kurdên revend û tundrewên piştgîrîkarên terorîstan rû daye, heta cara dawî polîs hatiye navbera wan û alîgirên tundrewan reviyane.

Li gor raporê li rojên cejna Newrozê da li navenda civaka Kurdî li Londonê ahengek ji bo Newrozê hatibû rêkxistin, tundrewên îslamî û alîgirên (Encem Cewderî) ku kesayetiyekî tundrewê Erebe li London, wê rêyê girtine ku diçê cihê ahengê. Cara dawî Kurd beranberî wan rawestane û pevçûn rû daye û polîs hatiye navbera wan. Encamê de li gor raporê Kurd tundrewan birine û rêya xwe vekirine.

Her li van çend rojên derbasbûyî da helmetkarê Brîtanya ji bo komkirina piştgîriya Kurdistanê û Dostê Kurd (Mark Campbêl) li ser facebookê da daxwaz ji Kurdan û hevalên xwe (Konstandînos Erîk) kiribû ku li serxweşiyê de beşdarî bikin ji bo derbirîna rêz û hevsoziya ji bo wan serbazên Brîtanya û malbatên wan.

Ji bo vê mebestê gelek Kurd beşdarî bi ax spartina serbazên deryayî yê Brîtanya (Konstandînos Erîk) kirin. Ew li Sûriye li şerê beranber Da’îş da hatibû kuştin, termê wî jî bi ala Kurdistan û Brîtanyayê ve hate pêşwazî kirin.

Hêjayî gotinêye Mark Campbêl çendîn care rexne li Hikûmeta Brîtanya girtiye ku piştgîriya wan ji bo Pêşmerge û Hikûmeta Kurdistanê lawaze, ew bi navê nehiştina terorîstan canê xwe gorî dikin. Kardaneweya navdewletî û bi taybetî Brîtanya ji bo wan li asta pêwîst da nebûye.

Back to top button