SHK: Em ji bo hevkarîkirina Hesekê amadene
Êvariya roja înê ya derbasbûyî destê çepelê terorîstan gihîşte ahenga Newroza hemwelatiyên li bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê û li encama dû teqînan de hejmarekî zêdeyê hemwelatiyan şehîd û birîndar bûn.
Di demek da ku gelek bi tundî vê kirdara terorîstên dirinde şermezar dikin, radigihînîn ku tawanên bi vî awayî ya terorîstên dirinde îradeya gelê Kurdistanê ya rûbirûbûna terorîstan û dijminên mirovayetiyê bihêztir dike û rêzên gelê Kurdistanê li beranber dijminan bihêztir û yekgirtîtir dike.
Serxweşiyê li malbat û kesukarên şehîdên vê rûdawa diltezîn dikin û hêviya başbûneke bi lez jî ji bo birîndaran dixwazîn. Ji bo xuşk û birayên me yên li Rojava û Hesekê dûpat dikin ku bi hemû şiyanek ve palpiştê wanîn û amadeyê hemû cûre hevkarî û yarmetîdanêyîn.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
21.03.2015