Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana mala şehîd Hucam Sûricî kir û di axaftinekê de got ku, şehîd Hucam bûye sembola mêrxasî û berxwedana pêşmergeyê Kurdistanê li bereyên şerê dijî  terorîstên DAÎŞê.

Îro di yekem roja cejina Newrozê de, Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê serdana malbata şehîd Hucam Sûricî li gundê Berdesorê ser bi qezaya Berdereşê li başûrê Kurdistanê kir û ev serdan weke rêzgirtinek ji bo malbatên şehîdan bû.

Barzanî got: Di yeke roja cejina Newrozê de min bi pêdvî zanî serdana mala şehîd Hucam Sûricî bikim ku, ew bûye sermbola mêrxasî û berxwedana pêşmergeyê Kurdistanê  û ji bona doza pîroza gelê me û parastina şeref û kerameta kurdan canê xwe feda kir. Madam miletê kurd ev mêrxase hene piştras bin serkeftin ji bo gelê kurd dibe. 

Malik Sûricî birayê şehîd Hicam ji Rudawê  re got ku, Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê ji wan re gotiye ku ew nikare serdana hemû malbatên şehîdan yek bi yek bike, ji ber hindê  li ser navê hemû şehîdam serdana malbata şehîd Hucam kir.

Birayê şehîd Hucam got ku serdana serokê herêma Kurdistanê ew gelek şad kirin û xemên wan sivk kirin.

Weke tê zanîn şehîd Hucam Sûricî yekem pêşmergeyê Kurdistanê bû ji aliyê çekdarên terorîstên DAÎŞ ve bêserjêkirin. 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: