Barzani: Pîrozbahiyê li dayik, jin, keç û xuşkên şehîdan dikim
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Jinên Kurdistanê mînak a xweragirî û fedakariya jinên cîhanê ne. Mînakên wiha ku li yek rojê da termê sê zarok û gedeyên şehîd himbêz digrin ku ure û morala xwe polayînî ji dest nadin û hê jî amadeyê qurbanîdanê ne, dîroka tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê jî tijeye ji mînaka dayikên şehîdên bi vî awayî. Her ji bo vê yekê ew dilêrî û qehremaniya li Pêşmerge tê dîtin ne seyr e û ne dûrî li çaverêkiriye ji ber ku perwerdeya şîr û destên wan dayikên aza û mezinanin.
Niha li demek da bîranîna salvegera Heştê Adarê dikin ku gelê me li şerekî dijwar daye li gel dirindetirîn cûreyê terorîstan. Li vê şerê zalimaneya li ser gelê me da hatiye sepandin xuşkên me yên Êzîdî baca jinbûn û Kurdbûn û Êzîdîbûnê dan û mezintirîn tawan li beranberî wan hate kirin. Dayîkên me şehîdên me yên qehremanên ezîz û xweşdivî ji dest dan.
Li vê şerê da beşekî zêdeyê jinên Kurdistanê tûşî dijwariya koçberiyê bûn. Bi dirêjahiya dîroka xebata gelê me beşa jinên me azar û dijwarî û xweragirî bûye. Ew rola jin li jiyan û xebata gelê Kurdistanê da dîtiye cihê şanaziye û em hemû qerzdarê fedakarî û xweragiriya jinên Kurdistanê ne. Erkê ser milê me hemûyane bersîva mezina erk û mandûbûna jinên Kurdistanê bidîn û maf û daxwaziyên wan binpê nekîn û rêz li îradeya wan bigrîn û kar ji bo mîsogerkirina wekheviya di navbera jin û zilaman de bikîn.
Bi helkefta roja cîhanî ya jinan pîrozbahiyê li hemû jinên Kurdistan û cîhanê dikim. Pîrozbahiyê li jinên Kobanê dikim ku bi dilêrî û xweragiriyê li şerê terorîstan de hemû cîhanê sersam kir. Pîrozbahiyê roja cîhanî ya jinan li dayikên şehîdan û jin û keç û xuşkên şehîdên me yên serbilind dikim û hêviya şadiyê ji bo wan dixwazim.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
08.03.2015