Nivîsar

Fêrbûna zimanekî

 

Zeynelabidîn Zinar

 

 

Di van demên dawiyê de gelek hemwelatiyên Kurd nameyên elektronîk bo min rêdikin û dibêji: ”Ez Kurd im, dikarim bipeyivim, lê nizanim binivîsim. Çewa ez ê karibim bi kurdî binivîsm? Alîkariya min bike.”

Hinek jî dibêjin: ”Ez Kurd im, lê nizanim qonişmîş bikim. Dixwazim fêr bibim…”

Ez bi van gotin û daxwaza wan, pir diêşim û gotinên wan ji bîra min naçe.

Bê lome be, eger mirovek nizanibe bi zimanê xwe yê netewî bipeyive û ji toreya bav û kalên xwe fêm neke, rewşeke pir êşnak û xeternak e.

Çendî ku min nivîsek di vê derbarê de 16/ 02/ 2014 weşandiye jî, lê dîsa jî ez ê van çend xalên li jêrêr biweşînim.

Hêvîdar im her kesekî zana û bîrewer, çi bi riya vê nivîsa min be, çi jî ew bi zanîn û bîreweriya xwe be, ji kesên nezanê axaftina Zimanê Kurdî û nivîsa wî re, bibin alîkar.

Ji bo ku meriv karibe bi Zimanê Kurdî yan bi zimanekî din bipeyive û pê binivîse, hin mercên bingehîn hene pêşî divî ew bi cih werin. Piştre êdî mirov dikare rind pê bipeyive û binivîse.

Hin ji wan mercan ev in li jêrê:

1- Divê meriv pêşî alfabeya Zimanê Kurdî rind bizanibe.

2- Meriv fonetîka tîpên alfabeya Zimanê Kurdî karibe bi lêv bike. Xasma jî dengê tîpa Ê, Î, U, Û, Q, X û Wyê derxîne.

3- Divê meriv zanibe Zimanê Kurdî ji kîjan şaxê zimanên dinyayê ye.

4- Divê meriv her roj bi qederê saetekê nivîsên kurdî yên cuda cuda bixwîne.

5- Divê her roj mirov çend peyvên kurdî yên pêdivî jiber bike, weke NAN, AV, SAVAR, PENÎR, ŞÎR û gwd.

6- Divê her roj meriv rûpelek A4 bi xameyê li ser kaxez bi kurdî binivîse û wê nivîsa xwe hilde, demek piştre dîsa derxe û bixwîne, ka çi guhertin di nivîsa meriv de çêbûye.

7- Divê meriv li her deverê û bi her kesî re bê fedî û şerm bi Zimanê Kurdî bipeyive.

8- Divê çu car meriv ji ber ku şaş bi kurdî dipeyive, fedî neke.

9- Divê merivv her roj bi qederê saetekê li radyon û televizyonên kurdî guhdarî bike û peyvên ku meriv jê fêm neke binivîse.

10- Dema ku meriv radizê, her şev di nava ciyê xwe de bi qederê 20-30 deqeyî fenteziyekê biafirîne û roja dî binivîse.

11- Divê hertim deftereke piçûk bi meriv re hebe û çi dema ku peyvek ji aliyê yekî ve hate gotin û mirov pê nizanibe, wê peyvê binivîse û piştre bipirse ka wateya wê çi ye.

12- Divê meriv çîrokên Folklora Kurdî pir bixwîne û şiroveya naveroka wan bike.

13- Divê meriv guhên xwe bide axaftina kurdên ku bi erebî, tirkî û farisî nizanin gava bi kurdî dipeyivin, ka ew çewa hevokên xwe ava dikin.

14- Dema meriv bi kurdî dipeyive, heta ku dest bide, divê meriv bêjeyên alecî bi kar bîne.

15- Dema mirov bi kurdî dipeyive, dive mirov ji nêv çarçoveya Çanda kurdî dernekeve.

16- Piştî ku ev xal bi cih werim, îcar dema ku meriv bi henek û pêkenokên xelkê yên bi kurdî keniya, hingê diyar dibe ku meriv rind fêrê Zimanê Kurdî bûye.

Bi hêviya fêrbûna her kesê ku nizane bi Zimanê Kurdî bipeyive, her şad û serkeftî bin…

 

Stembol 07/ 03/ 2015

[email protected]

 

Back to top button