Wezareta Tendirustiya Kurdistanê hoşdarî dide
Wezîrê Tendirustî hoşdarî bi hemwelatiyên Herêma Kurdistanê dide û daxwaz ji wan dike ku heta dikarin xwe biparêzin, “ji ber ku enflonzayekî demsalî belav bûye”.
Dr Rêkewt Heme Reşîd Wezîrê Tendirustiya Hikumeta Herêma Kurdistanê li rûpela xwe ya taybetî ya li tora civakiya Facebookê, hoşdarî bi hemwelatiyan daye û daxwaz dike ku pabendî rênimayiyên xweparêziya li nexweşiya enflonzaya demsalî bin.
Wezîrê Tendirustiyê ragihandiye, nexweşî metirsî li ser giyanê tuşbû bi taybet li zarokan û kesên bi temen û ewên nexweşiyên dem dirêj heye bi taybetî kesên tuşbûyî bi nexweşiyên kom endamên dil û henase ye.
Wezîrê Tendirustî van xalan wekî rênimayiyên ji bo hemwelatiyan ragihandiye:
1- Li dema kûxik û pijmîn, klînks(peçete) bikarbîne, klînksê bi karhatî raste rast bavêjin zibil û gilêşê.
2- Zû bi zû destên xwe bi av û sabûnê bişon.
3- Dema nîşanên enflonza li we de derket, ji yek metir nêzîktirê kesekî din nebin.
4- Di dema silav kirinê de xwe dûr bigrin ji maçkirin û himbêzkirina kesên beramberî we.
5- Dema nîşanên enflonza li we de derket, zû serdana pizîşk bikin.
6- Dema nîşanên enflonza li we de derket, mal bi cîh nehêlin û neçin ser kar yan xwendingehê yan ciheke qerebalix.
7- Destên xwe bişon paşê destê xwe bidin li çav û poz û demên xwe.