Cîhan

Serok bi navê gelê Kurdistanê serxweşiya Urdinê kir

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Celaletê Şah Abdullahê Duyem, Padişahê Şahnişînê Urdinê

Bi xemekî zêde ve me nûçeya şehîdbûna “Me’az El Kesasbeyê Firokevan bihîst, ku bi awayeke dirindane ji aliyê terorîstên Da’îş ve hate şehîd kirin. Gelek bi tûndî vê kirdara nemirovaneya terorîstên Da’îş şermezar dikim.

Bi navê xwe û gelê Kurdistanê ve serxweşiyê li cenabê we û gelê Urdinê û malbata şehîd dikim û ji bo we hêviya sebir û aramiyê dixwazim.

Me’az qehremanane şehîd bû, xwîna Şehîd Me’az û wan hemû şehîdên qehremanan li rêya bergirîkirina li bihayan û pêkvejiyan û asayîşa xelk û şerê dijî dijminên mirovayetiyê canê xwe gorî kiriye bi vala naçê û terorîst baca hemû tawanên xwe didin û encama wan jî ji navçûn û şikeste.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
03/02/2015

174

198

Back to top button