Li Musilê şer giran e
Şevîdin û vê sibehê ve DAÎŞ bi hemû hêza xwe êrîşê çeperên Pêşmergeyan dike.
Li Eniya Kerkukê êrîşê hinek gundan kirin û herweha 3 xwekuj ketina nava bajarê Kerkukê. Pêşmergeyan hersê xwekuj kuştin û êrîşên DAÎŞê şkinadin. Wezereta Pêşmerge ragihand ku rewş li Kerkukê derdora Kerkukê aram e û di bin kontrola pêşmerge de ye.
Herweha şevîdin DAÎŞ xwest ji rewşa hewayî îstifade bike û erîşê hinek gundên li eniya Mexmûr û Gwerê kir. Li gora agahiyan pêşmergeyan bi tundî bersiva van dan û ew şûnde şkênadin.
DAÎŞê îro sibehî demjimêr nehê sibehî erîşê çeperên pêşmergeyan li dora Musilê kirin hewldan ew nikta stratejik ku ketî destê pêşmerge de ji destê wan derêxin.
Lê Pêşmergeyan bi tundî bersiva wan dan û ew mecbur bûn şûnve vekişiyan. Balefirên hêzên hevpeymana deverê bombebaran dikin û li gora agahdariyan şer hêjî berdewam e.
Çavkaniyek ji hêzên pêşmerge ragihand ku: Heta niha hejmareke zêde ji çekdarên DAIŞê hatine kuştin, di nav wan de emîrek bi navê Ebû Zehra, lê heta niha me hejmara kuştiyên wan nasnekiriye.”