Îmarat sê kampan ji bo penaberan ava dike
Li bajarê Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê pêşwazî li Mihemed Etîq Elfelahî emîndarê giştiyê desteya Heyva Sora Îmaratê û şandeya pê re kir û di civînekê de şandeya mêvan pêşkeftinên herêma Kurdistanê û mirovdostiya xelkê Kurdistanê bilind nirxandin û silavên şêx Xelîfe bin Zayîd serokê Îmaratê bi serok û serokwezîrê herêma Kurdistanê gihandin.
Elfelahî got ku, ew li ser fermana serokê Îmaratê hatine herêma Kurdistanê û dê ofîsa heyva Sora Îmaratê li Hewlêrê vekin daku bikaribin bi awayekî baştir hevkariyên mirovî pêşkeşî koçber û penaberên li herêma Kurdistanê hene bikin.
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, biryara Heyva Sora îmaratî ku, ofîseke xwe ya taybet li Hewlêrê vekin bi biryareke giring wesif kir û sipasiya wê destpêşxeriya heyva Sora Îmaratê kir, bi taybetî di vê dema nazik de ku, nêzîkî du milyon koçber û penaber ji hemû pêkhateyên neteweyî û olî ber bi herêma Kurdistanê hatine û pêwîstiya wan bi alîkarî û hevkariyên zêdetir ji aliyê Îraqê û civaka navdewletî jî heye û pêşbînî kir ku, hijmara penaber û koçberan li herêma Kurdistanê zîdetir bibe.
Barzanî ji bo wan hevkarî û alkariyên Îmarat pêşkeş dike sipas kir û got ku, Îmaratê berîya nuha jî hevkariya herêma Kurdistanê kiriye û hêvî kir ku, vekirina ofîsa Heyva Sora îmaratî li Hewlêrê bibe hokarê zêdetir pêşkeşkirina hevakriyan. Serokwezîrê Kurdistanê silavên xwe û hikûmeta Kurdistanê ji bo şêx Xelîfe bin Zayîd û serokatiya Îmartatê hinartin.
Emîndarê giştiyê desteya Heyva Sora Îmaratê got ku, ew dê sê kampan ji bo penaber û koçberên li herêma Kurdisatanê hene vekin û pêdawîstiyên wan dabîn bikin.
Şandeya mêvan li ser navê Îmaratê bi fermî serokwezîrê Kurdistanê vexwand Îmaratê ku, beşdariyê di civîna lutkeya navdewletî de bike.