Civak

Ji 2.400 termên şehîdan bi tenê 10 kes hatine nasîn

Mehmûd Hacî Wezîrê Şehîd û Enfalkiriyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand: Ji 2.400 termên qurbaniyên gorên bi kom yên anîne Herêma Kurdistanê bi tenê nasnameya 10 kesan hatine nasîn.

Mehmûd Hacî got: “Ji sala 2003 ê ve 2.400 termên ji gorên bi kom anîne Herêma Kurdistanê, lê belê bi tenê nasnameya 10 kes ji wan hatine nasîn, sedema wê yekê jî pişkinîna DNA û laboratuwar û taqîgehên pêşketî bûne. Her wiha got niha 275 cihên gorên bi kom li Iraqê ji aliyê Amerîkiyan ve hatine destnîşankirin”.

Di derbarê amarên şehîdan de da zanîn û got: “Hejmara şehîdên senger, welatî û jenosaydên li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin gihîştîne 76 hezar şehîdan”.

Balkêş e ?
Close
Back to top button