Gelo Malikî li ser daxwaza du serkirdeyên YNKê budce birî
Berî çend rojan nûçeke di mediya kurdî de hat weşandin ku, Nurî Malikî serokwezîrê berê yê Îraqê li ser daxwaz û pêşniyara du serkirdeyên Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) budce û miaşê karmendên herêma Kurdistanê biriye.
Dema Heyder Ebadî serokwezîrê Îraê serdana Silêmaiyê kirî di civîbekê de digel Newşêrwan Mistefa serokê Tevgra Guran ew yek eşkere kiriye ku, ne bi tenê Nurî Malikî ji birîna budceya herêma Kurdistanê berpirsiyar e, du serkirdeyên YNKê birîna budeceya herêma Kurdistanê ji Malkî re pêşniyar kirbû.
Li gor hin çavkaniyan, polîtbûroya YNKê daxwaz ji Heyder Ebadî kiriye ku daxuyaniyekê li ser vê pirsê bide û wê nûçeyê re bike, lê belê Heyder Ebadî serokwezîrê Îraqê di bersivê de ji YNKê re gotiye ku, ew neamadeye wê nûçeyê red bike.
Nuha nûçeya herî gerim di rojeva başûrê Kurdistanê de, nûçeya birîna budce û miaşê herêma Kurdistanê ji aliyê Malikî û du serkirdeyên YNKê ye. Tê gotin eger raste du serkirdeyên YNKê ev pêşniyar ji Malikî re nekiriye gelo çima YNK komîteyeke lêpirsînê pêknaîne û yan jî çima YNK vê pirsê ji bo dadgehê nabe û dadgeh vê meseleyê yekalî bike?