Mislim çekên giran ji Tirkiye dixwaze
PYD çekan ji Tirkiye dixwaze. Serokê konatona Kobanê Enwer Mislim di daxuyaniyek ya xwe de got ku, DAÎŞ li ser Tikiye jî xetere .
Di vê derbarê de Mislim dibêje: Ev saleke ku herêma Kobanê ji aliyê Dewleta Îslamî (DAIŞ) di çemberê de ye. Çeteyan bi vê yekê av, ceyran, xwarin, şîrê zarokan û pêdiviyên sereke yên jiyanê li ser herêmê qut kirine.
Mislim eşkere dike ku, kondên Kobanê bi daxwaziya YPGê hatine walekirin. Enwer dide xuyakirin ku, ji parastina gel gund hatine vale kirin.
Di daxuyaiya xwe de Enwer ji Tirkiye dixwaze ku çekên giran bidin wan.
Ji aliyekî berpirsê kantona Kobanê eşkere dike ku li ser daxwaziya wan gund ji bo parastina gel hatine valekirin. Ji aliyê din de hinek berpirsên kantona Cizîrê mal û milkên kesên gundên xwe valekirîn bi fetwayekî li xelkê din helal dike.
Li gora Avestakurd radigihîne, Cîgirê serokê desteya dadweriyê li kantona Cezîrê Xalid Îbrahîm di rûpela xwe ya Facebookê de ragihand, pêwîstî tiştên heram helal dike û got, hejmareke pir kêm ji xelkê sivîl li Kobanî mane, ku di jiyaneke dijwar de dijîn û yên ku ji Kobanî jî derketin, li kolanên Tirkiyê jiayan xwe derbas dikin, bi gotina wî, mafê kesên mayî ye derbasî her male yan dikaneke girtî bibin û tiştê jêrê lazime ji xwe re bibe.