Polîtîk

Li Rojhilatê Kurdistanê şer û pevçûn

Li Rojhilatê Kurdistanê şer û pevçûn navbera Pasdarên Îranê û hêzên pêşmergeyê Hizba Demokrata Kurdistanê derket û di encam da du pasdara hatin kuştin û pêşmergeyek jî şehîd ket.

Li gor beyanameyeke Hizba Demokrata Kurdistanê li herêma Urmiyê li rojhilata Kurdistanê hijmareke pêşmergeyên wê partiyê ketine kemîna sopayê pasdarên Îranê û di encamê şer û pevçûnê de du pasdar hatin kuştin û pêmergeyek bi navê Hejar Qasimî hat şehîd kirin.

Hizba Demokrata Kurdistanê di daxuyaniya xwe de dibêje pêşmergeyê wan dê li nav kûratiya rojhilataê Kurdistanê bimînin û berdewamiyê bi çalakiyên xwe li dijî rijêma Îslamiya Îranê bidin.

Sopayê pasdarên Îranê jî di daxuyaniyekê de piştrast dikin ku şer di navbera wan û pêşmergeyê Hizba Demnokrata Kurdistanê derketiye û jiencamê wî şerî du pasdar hatina kuştin.

Destpêkirina şerê navbera pêşmergeyê Rojhilatê Kurdistanê û sopayê pasdarên komara Îslamiya Îranê de ne li gor dilê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê ye û YNK bi berdwamî zoriyê li partiyên rojhilata Kurdistanê dike ku şerê  rijêma îslmaiya Îranê nekin daku têkeliyên navbera Îran û YNKê têk neçin.

Back to top button