Ji bo Şengalê li benda fermana Serok Barzanî ne
Îro în 26.09.2014 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Pêşmerge û Fermandeyê Qehremanê Şengalê Qasim Simêr kir.
Li hevdîtinê Serok Barzanî behsa rol û qehremaniya Qasim Simêr û wan Pêşmergeyan kir ku li çiyayê Şengalê qehremanane bergiriyê li xelkê Şengalê kir û rê nedan destê qirêjê terorîstan bigihe çiyayê Şengalê. Serok Barzanî destxweşiyê li Qasim Simêr kir ku piştî dagîrbûna Şengalê ji aliyê terorîstên Da’îş ve karîne gurzeke kuşinde li devera Şengalê û dewrûbera çiyayê Şengalê li terorîstên Da’îşê bidin. Serok Barzanî Qasim Simêr û hevalên wî wekî Pêşmergeyên qehreman wesif kir ku cihê hêviya gelê Kurdistanê ne û dûpat jî kir ku pişt bi xwedayê mezin û xweragiriya Pêşmergeyên qehreman terorîstên Da’îş ji hemû bostekî axa Kurdistanê derdixin û têkdişkînin.
Her wiha li vê hevdîtinê de Pêşmerge û Fermandeyê Qehremanê Şengalê Qasim Simêr ure û morala Pêşmergeyên li çiyayê Şengalê û dewrûbera wê bi bilind wesif kir û rewşa meydanî ya bereyên li devera Şengalê xisterû û ragihand ku ji bo têkşikandin û derxistina terorîstan ji Şengalê li benda fermana Serok Barzanî ne.