Kultur

Konfederalîzm û Xweseriya Demokratîk

Ev pirtûka bi nave ”Konfederalîzm û Xweseriya Demokratîk” ji aliyê nivîskar Nezîr Akatî ve hatiye nivîsandin û Weşanxaneya PENCÎNARê jî ew li Swêdê weşandiye.

Çewa ku tê zanîn, çend roj berê hatibû ragîhandin ku ev pirtûk digel çar pirtûkên Zeynelabidin Zinarî bi carekê hatine weşandin.
 
Li gor agahdariya ku gehaye destên me, nivîskar Nezîr Akat ku niha serokê Komeleya Nivîskarên Kurd a Swêdê ye, weha pirtûka xwe daye nasandin:

“Çend Gotin Li Ser Naveroka Pirtûkê:
Berî her tiştî, divê ez bêjim heta dewlet hebe, dê daxwaz, helwest û serhildanên li dijê wê jî hebin. Lê heta netewe-dewlet û helwesta wê ya înkarê û tunekirina cudahiyan hebe, wê alternatîfên li dijê netewe-dewletê jî hebin. Ev diyardeyeke xwezayî ye. Ji dîrokê heta îro, dijî desthilatdarîyan, împaratorîyan û dawî jî li dijê netewe-dewletan, li her alîyê dinyayê alternatîfên dewletê yên bêyî struktura dewletiyê ji aliyê hêzên olî, bawerî, îdeolojîkî ve hatine parastin û bi bawerî û bi helwestên xwe ve, wek alternatîfa dewletê derketine holê.”

”Hêvîdar im ev pirtûk bibe sedemê minaqeşeyeke berhemd. Herweha ji ber ku mizanpaja wê ji aliyê birêz Zeynelabidin Zinar ve hatiye amadekirin, sipasiyên xwe ji bo wî ku xemxurê Zimanê Kurdî ye pêşkêş dikim.”

Pirtûk bi formata A5 e, tê de 13 beş hene û
384 rûpel e.

NAVNÎŞAN:
Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî
Stockhol/SWEDEN
E-mail: [email protected]
[email protected]

 

Back to top button