Polîtîk

Serok Barzanî pîrozbahiyê li Serok Wezîrê nû yê Iraqê kir

Îro sêşem 09.09.2014 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li peywendiyekî telefonî da bi helkefta destbikarbûna wekî Serok Wezîrê nû yê Iraqê pîrozbahiyê li Heyder Ebadî kir û hêviya serkeftinê li erk û karên wî de xwest.

Li vê peywendiyê de behsa biryara beşdarbûna Kurdistanê ya li Hikûmetê hate kirin ku bi komdengiya hemû aliyên siyasiyên Kurdistanê bûye û tekez li wê yekê hate kirin ku hemû aliyên siyasiyan pêkve hevkariya hevdû bikin bo ku Iraqê ji wê qeyrana emnî û siyasî rizgar bibe. 

Her dû alî jî li ser ewe hevrebûn ku derfetekî baş hatiye pêş ku bi pêkve kar li ser ewe bê kirin ku şaşiyên Hikûmeta derbasbûyî neyên dûbare kirin û merc û daxwazên Kurd bêne berçav girtin û kar ji bo aramiya welat û derxistina terorîstan bê kirin. 

Back to top button