Pêşmerge DAÎŞê têk dide
Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li herdû eniyên Xazir û Başîk, operasyoneke mezin birin ser terorîstên DAIŞê û karîn derbeyekê mezin li wan bidin û cihên sitratîcîk ji wan bistînin û nêzîkî 90 çekdarên wan bikujin û 6an jî dîl bigrin.
Rêveberê îdareya eniya Başîk, Xefûr Biradostî ji KDP.info re ragihand: “Hêzên eniya Başîkê bi hemahengiya ligel eniya Xazir û di encama pilaneke serkefî me karî çiyayê Zertik û çend gundên derora wê bixin destê xwe, herwiha me karî derbeyeke mezin li çekdarên DAIŞê bidin û wan cihan bi temamî kontrol bikin û niha hêzên me li wan deveran hatine bi cîh kirin.”
Xefûr Bradostî got: “Tenê li eniya çekdarên DAIŞê 30 terim li şûna xwe hiştine ligel girtina 5an ji wan, herwiha dest danîna ser çekên wan yên bi core Doşka û çend Bîkesê û 5 optombêl û hejmarek alavên peywendiyan.”
Hevdem Fermandeyê Hêzên Pêşmrge li eniya Xazir, Seyid hejar ji KDP.info re ragihamd: “Me derbeyekî pir mezin li çekdarên DAIŞê da û me karî gellek deveran bixin destê xwe, tenê li eniya me nêzîkî 60 çekdarên DAIŞê hatin kuştin, ku hejmareke biyanî jî di nava wan de bûn, herwiha ligel girtina çekdarekî û des danîna ser hejmareke çek ji corê Rokêt û Doşka û Bîkesê û otombîlên ji corê Hemmer.” KDP,info