Cîhan

Pêşwazîyê li hevpeymaniya navdewletî dike

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, îro roja şemiyên 06.09.2014ê li bajarê Hewlêrê, digel Birono Sakomanî sefîrê Kanadayê yê Îraqê û şandeya pê re civiya û di civînê de behsa serdana wezîrê derveyê Kanadayê bo herêma Kurdistanê kir û ew serdan bi serdaneke serkeftî wesif kir.

Serokwezîrê herêma Kurdistanî careke din li hember wê rola hikûmeta Kanadayê di warê pêşkeşkirina alîkariyên mirovî bo herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna wê kirîza miroviya rastî herêma Kurdistanê hatî, sipasiya hikûmeta hikûmeta Kanadayê kir û got ku,  Kanda yek ji wan welatan bû her zû di hewara koçberan hat û piştevaniya herêma Kurdistanê di şerê dijî terorê de kir.

Serokwezîr pêşwazî li wê hevpeymaniya navdewletiya li dijî DAÎŞê bi însiyatîva Amerîkayê ji aliyê welatên endam di NATO yê de hatiyer avakirin, kir û hêvî kir ku, di zûtirîn deme de derencamên wê hevpeymaniya navdewletî bi praktîkî diyar bibin.

Sefîrê Kanadayê yê li Îraqê serketin û pêşketinên pêşmergeyê Kurdistanê li hemû eniyên şerê li dijî DAÎş û bi taybetê serketinên van rojên dawiyê ku serketinên berbiçav bi dest xistine, bilind nirxandin.  Serokwezîrê Kurdistanê jî got ku, herêma Kurdistanê şanaziyê bi pêşmerge dike û daxwaz kir ku, civaka navdewletî bi hemû awayan hevkarî û alîkariya pêşmerge bike da ku bikaribe bi baştirîn awayî şerê terorîstan bike.

 

Back to top button