Dosya
Pêşmergeyê Kurdistanê Zumar rizgar kir
Piştî çend şerên giran li dijî terorîstên rêxistina DAÎŞ, îro pêşmergeyê Kurdistanê ji du aliyan ve êrîşek berfireh bir ser bajarokê Zumar û di nava çend saetan de hêzên pêşmerge ji her du baskan ve gihiştin nav senterê bajêr û nuha nahiyeya Zumar di bin kontrolan pêşmergeyê Kurdisdtanê de ye.
Weke tê zanîn duhî di êrîşeke berfireh de hêzên pêşmergeyê Kurdistanê devera Eynzalayê jî bi timam kontrol kir û hemî bîrên neftê dibin destê pêşmergeyê Kurdistanê de,
Li gor hin çavkariyan deriyê Rebîie ku rêya serke ye navbera Îraq û Suriyeyê ji aliyê hêzên pêşmerge Kurdistanê ve hatiye kontrolkirin û xala ser tixûb bi timamê kete destê pêşmerge.