Hadî: Rewşa Hewlêrê aram e
Duhî êvarê otomobîleke bi bombebarkirî li ser cadeya Hewlêr-Kerkûk nêzîkî înistîtuya Teknîkî hat teqandin û di encamê wê teqînê de 4 kez bi sivikî biîndar bûn.
Li gor agahiyên rêvebiriya Asayîşa Hewlêrê ew otomobîla hatiye teqandin ji derveyî herêma Kurdistanê hatibû Hewlêrê û jimara wê li herêma Kurdistanê nehatiye qeyd kirin.
Tariq Nurî rêvebirê Asaîşa Hewlêrê dibêje ku piştî ew otomobîl li Hewlêrê hatiye teqandin lêkolînê destpêkiiye û çar kesên gumanlêkirî hatine girtin û lêpirsîn digel wan tê kirin.
Li dor ew teqîna li Hewlêrê qewimî, Newzad Hadî waliyê Hewlêrê got ku, rewşa bajarê Hewlêrê aram e û lêkolînê li ser bûyerê dest pêkiriye û çend gumanlêkirî hatine girtin.
Hadî xelkê bajêr piştrast dike ku, rewşa bajêr aram e û jiyan normal e.