Civak

14 çekdarên DAIŞ teslîmê pêşmergeyan bûn

Efserekî Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê eşkere kir ku li navçeya Başîqe14 çekdarên Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAİŞ) xwe radestî Pêşmergeyên Kurdistanê kirine.

Efserê Hêzên Pêşmerge ku nexwest navê wî were belavkirin, got: ‘’Îro li navçeya Başîqe 14 terorîstên ser bi DAİŞ’ê xwe radestî Hêzên Pêşmerge kir, ku hemû xelkê gundên vê navçeyê ne û vê dawiyê çûne nav rêzên DAİŞ’ê.’‘

Efserê Pêşmergeyan da zanîn ku wan çekdaran di lêpirsîna destpêkê de îtîraf kirine ku serkirdeyên DAİŞ’ê ji ber bombardimankirina berdewam a balefirên şer ên Amerîkayê ew bi tenê hiştine, hemû ber bi Mûsilê reviyane û ew bi tenê hiştine, lewra wan jî xwe radestî Hêzên Pêşmerge kirine.

Roja 6’ê Tebaxê çekdarên DAİŞ’ê gehiştine gundên derdora Başîqe û nav Başîqe bi xwe, duşema borî jî Hêzên Pêşmerge bi hevkariya balefirên şer ên Amerîkayê karîn bendava Mûsilê ji destê çekdarên DAİŞ’ê derxînin.

Niha jî ji ber êrîşên berdewam ên Hêzên Pêşmerge û bombardimana balefirên şer ên Amerîkî, tê gotin ku hejmareke zêde ya çekdarên DAİŞ’ê hatine kuştin û bi sedan jî birîndar bûne û bo nexweşxaneyên Mûsilê hatine veguhestin.

Berî niha jî hatibû ragehandin ku ji ber hejmara zêde ya kuştî û birîndarên DAİŞ’ê cih di nexweşxaneyên Mûsilê de nemaye û çekdarên we grûbê nahêlin welatî biçin nexweşxaneyan û rewşa bajêr ber bi xirabbûnê ve diçe û egera serhildana gelek nexweşiyên metirsîdar heye.Basnews

Back to top button