Cîhan

DYA li himber DAIŞê siyaseta xwe zelaltir dike

Wezîrê bergiriya DYA Chuck Hagel di konferansek çapemeniyê de da xuyakirin ku DAIŞ gruba teroroê ya herî xetere li ser ewlehiya DYA.

Piştî serjêkirina rojnemevanê Amerîkî James Foley ji aliyê çekdarên DAIŞê ve, siyaseta DYA di derbarê DAIŞê de zelaltir bû.

Di konferansa çapemeniyê de Chuck Hagel got: Van 3 salên dawî DAIŞ gelek pêşve ket û xwe bi hêz kir. Heta niha hêza terorist ya herî mezin û xetere. DAIŞ ekonomiyek bi hêz heye û xwediyê çêkên girane.

Di berdewamiya axvtina xwe de Chuck Hagel got: Ji 50 welatan insan tevlî refên vê rêxistina çekdar dibin û ji aliyê hinek cihan ve baş têne finase kirin.
DAIŞ ji bo ewlehiya Emerikayê ji El-aîde xetertire.

Piştî van axavtina wezîrê bergiriya DYA da xuyakirin ku divî ew baştir nirxandina vê rêxistinê bikin û bi hemû awayî şerê wan bikin.

Back to top button