Serok: Kurd tinê serxwebûnê difikirin
Kanala televizyona erebî El/Cezîrê li gel serokê Kurdistanê Mesud Barzanî hevpeyvînek pêkanî. Barzanî di vê hevpeyvînê de behsa rojeva siyasî li herêmê , Iraqê û Kurdistanê kir. Herweha serok Barzanî wek her carî behsa s erxwebîna Kurdistanê kir.
Serok Barzanî di derbarê Iraqê û rewşa Kurdistanê de gelek bi zelalî got:
“ Me van 10 salên bûrî me li gel hevpeymaniyên xwe yên Şîe û Sune hewldan ku em Iraqek federal û demokratik avabikin. Lê em di vê hewldana xwe de serneketin. Ez dikarim bêjim ku niha Iraq parçe bûye. Ev parçebûn jî ne berpirsiyariya Kurdan e.
Serok di berdewamiya axavtina xwe de got: Kurd nikarin carekî din bimînin hêviya pêşerojek ne diyar.Cardin wek 10 salên bûrî ji bo destxistina mafên xwe û cihbicihkirina destûrê kar bikin. Kurd ji bilî fikra kubiryardana li ser çarenûsê xwe tiştek din nafikirin.
Di derbarê yekrêziya kurdan jî serokê Kurdistanê got:Tu cara kurd wek niha yekgirtî nebûne.Hemû partiyên kurd pişgiriya serxwebûnê dikin. Tiştên di medyayê de têne belavkirin bê binyatin û tu rastiyek wê tuneye.


