Polîtîk

YNKê li hev nekir du kandîdan dişîne Bexdayê

Pilîtbûroya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di daxuyaniyeke fermî de ragehand ku, ji bo posta serikomariya Îraqê wan du kandîd hene û navê her du kandîdên xwe ji parlamentoya Îraqê re rê dike.

Li gor PUKMediya, malpera fermiya YNKê, pilîtbûroya YNKê her yek ji Berhem Ehmed Salih cîgirê duyemê yê Celal Talebanî û Fuad Masum endamê polîtbûroya YNKê ji bo posta serokomariyê kandîd kirin û sibê navê kandîdên xwe dide parlamentoya Îraqê.

Mela Bextiyar berpirsê desteya kargêriya polîtbûroya YNKê li dor destnîşan kirina kandîdên YNKê bo posta serokomariyê li PUKMEDIYA re diblje: ”Piştî du rojan ji gotûbêjan li ser destnîşankirina kadîdê YNKê bo posta serokomariya Îraqê, em gihiştin wê biryarê ku, her du birêzan dr. Berhem Salih û dr. Fuad Masum kandîdên YNKê bin bo posta serokomariyê.”

 Bextiyar got ku, YNKê  Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê û Yusif Mihemd serokê parlamentoya Kurdistanê bi biryara polîtbûroya YNKê agadar kirine.

Weke tê zanîn parlamnetoya Îraqê roja çarşembiya bê dicive û serokomar hildibijêre.

Li gor agahiyan  gelek kesên ereb xwe ji bo posta serokomariya Îraqê kandîd kiriye û li gor lihevhatina aliyên siyasiyên îraqî serokomar ji bo kurdan e û ji kurdan jî ji bo YNKê ye, lê hebûna du kandîdên kurd bo posta serokomariyê dê tesîreke nêgetîv li ser dengan bike û dibe ku, kandîdê kurdan dengên pêwîst bi dest nexe.

Her du baskên sereke yên nav YNKê li hev nekir û neçar bûn du kandîdan bişînin Bexdayê û parlamentoya Îraqê wê meselê çareser bike.

Back to top button