Civak

Kêfa Talebanî xweş e

Piştî mana wî li nexweşxaneyeke bajrê Belînîna paytexta Alemniyayê ji bo îlackirina nxweşiyê zêdetir ji sal û niva, duhî Celal Talebanî serokomarê Îraqê yê berê û sekreterê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) vegeriya başûrê Kurdistanê û niha li mala xwe li bajêrê Silêmaniyê hêdî-hêdî pêşwaziyê li endamên poilîbûroya partiya xwe dike.

Di yekem wêneyê hatiye weşandin Talebanî pêşwaziyê li cîgirê xwe yê yekem Kosret Resûl dike û dixuyê ku, tendirustiya Talebanî baş e û kêfa wî xweş e.

Li gor hin çavkaniyan  Celal Talebanî naxwazwe hemû endamên polîtbûroya xwe bibîne û weke hatiye ragehandin rê ji Berhem Salih re nehatiye dan wî bibîne.

Balkêş e ?
Close
Back to top button