Kultur
Nameya Seyid Taha nehrî
Evnameya Seyid Taha Nehrî (…? – 1853) ji aliyê Şahin Tanyerê neviyê serokê Serhildana Bedlisê gorbihişt Seyda Selîm(1856 – 1914) ve hatiye dîtin. Name di nava berhemên Seyda Selîmî de derketiye.
Çendî tê gotin ku Seyîd Taha ev name ji bo Serokê Serhildanê hinartiye, lê belê sê sal piştî wefata Seyîd Tahayî, Seyda Selîm hatiye dinyayê.
Destpêka vê nameya bêtarix û bi zimanê farisî weha ye: ”Cenabi mustefzan leqeb Mela Sibxetuselam…” û li dawiya wê digel muhra Seyid Taha Nehrî weha hatiye nivîsandin: ”Ed´ef-ul îbad Seyîd Taha El Xalidî En-Neqşebendî.”
Bi hêviya derketina gelek belgeyên din ên wisa…
Stockholm 04/ 07/ 2014
Zeynelabidin Zinar