Polîtîk

Barzanî:Kurd ne berpirsê şaşiyên hikûmeta Bexda ye

Îro în 27.06.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya William Hague Wezîrê Derveyê Brîtanya û şandekî li gel kir.

Di destpêka hevdîtinê de Wezîrê Derveyê Brîtanya ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kir û balkişand li ser wê yekê ku serdana wî ya Iraqê li demeke gelek hestiyardaye û Iraqê ji destê giriftên emnî û siyasiyên mezin dinalîne û eger neyê çareser kirin divê li benda kûrtirbûna kêşeya emnî û bihêzbûna terorîstan bîn ku tehdîdeke mezin ji bo navçeyê dirust dikin. Li vê hevdîtinê de Wezîrê Derveyê Brîtanya daxwaz kir Kurdistan yarmetiya destpêkirina proseya siyasiya Iraqê û damezrandina hikûmeta nû bide û rola xwe ya bi bandor bibîne. Eve jî xisterû ku pêwîste hikûmeta nû li ser bingeha şeraketa rasteqîne û bi beşdariya hemû aliyan û pêkhatan bê. Di derbarê çareserkirina pêvajoya emniya Iraqê, Wezîrê Derveyê Brîtanya ragihand ku berî wê yekê ku bîr li çareseriya serbazî bê kirin pêwîste çareseriyeke siyasî ji bo destpêkirina proseya siyasiya Iraqê bê dîtin û Herêma Kurdistanê jî dikarê rola xwe ya bi bandor hebê. Li beşekî dinê axaftina xwe de Wezîrê Derveyê Brîtanya behsa rola Pêşmerge û hêzên asayîşa Herêma Kurdistanê kir ku rê li pêşiya terorîstan girtine bo wê yekê nikarin dest li ser navçeyên xwedî pirsgirêk yên li navbera Herêma Kurdistan û Iraqê da bigrin. Wezîrê Derveyê Brîtanya ji bo yarmetîdana wê hejmara zêdeya koçberan ku hatine Herêma Kurdistanê spas û destxweşiyê jî li Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku welatê wan hewl dide hevkarî û yarmetiyên zêdetir pêşkêşî koçberan bike. Di derbarê peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Brîtanya Wezîrê Derveyê Brîtanya ji bilî balkişandina serdana birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya welatê xwe hêvî xwest peywendiyên her dû aliyan berev pêşveçûnên zêdetir bi xwe ve bibîne.

Li beranber da Serok Barzanî gelek bi germî bi xêrhatina Wezîrê Derveyê Brîtanya û şanda li gel kir û spasiya Hikûmet û gelê Brîtanya jî kir ji bo yarmetîdana gelê Kurd ya li proseya azadkirina Iraq û Kurdistanê gelek bi başî ji bo geşbûn û pêkvejiyanê karî sûd ji wê derfetê werbigrê.

Di derbarê pêvajoya emnî û siyasiya Iraqê jî Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku ewê rû daye encama siyaseta şaş ya Hikûmeta Bexda bûye û tundrew û terorîst jî îstîxlala îdaredan û muameleya şaş ya Bexdayê kirin ku ev pêvajoya metirsîdar jî pêkhatiye. Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku çareseriya serbazî bi tu awayekî dawiyê li qeyranan nayne û pêwîste di destpêkê de çareseriya siyasî hebê ewe jî li bin ronahiya wê rastî û pêvajoya niha ku li Iraqê da pêkhatiye. Di derbarê beşdariya Kurdistanê li proseya siyasiya Iraqê da Serok Barzanî ragihand ku li desthilata derbasbûyî de reftarekî wiha ji desthilatdarên Bexda nehatiye dîtin ku cihê hêviyê ye be û ev rewşa niha li holê daye bi tu awayeke Kurd jê berpirs nîne, belku sedemeke serekî ya kêşeyên Hikûmeta Bexda û siyaseta wê ya şaş bûye.

Serok Barzanî eve jî xisterû ku desthilatdarên Bexda sûd ji derfetan wernegirt her çende derfet û helên mezin li berdest hebû. Niha pêvajoyeke din pêkhatiye û Kurd ne amadeye baca şaşiyên wan bide û ji bo me jî rûn bûye ku desthilatdarên Bexda naxwazin kar bi mefhûma şeraket bikin.

Hêjayî gotinêye ku piştî dawîhatina kombûna Serok Barzanî û Wezîrê Derveyê Brîtanya her li nivîsîngeha birêz Serokê Herêma Kurdistanê bi amadebûna hejmarekî zêdeyê medyayên navxweyî û biyanî civîneke rojnamevaniyê ji bo Serok Barzanî û Wezîrê Derveyê Brîtanya hate rêkxistin.

 

 

Back to top button