Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî: Pirsgirêkên Îraqê pirsên siyasî ne

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê îro roja duşembiyê 23ê hizîrana 2014ê, pêşwazî li Ehmed Çelebî serokê Kongreya Niştimaniya Îraqê kir.

Di civînekê de, her du aliyan, pêşhatên emnî, leşkerî û siyasî yên Îraqê gotûbêj kirin û behsa wê rewşa piştî bûyerên 10 hizîranê û ketina bajarê Mûsilê û bajarên din yên Îraqê hatiye holê ku, metirsiyeke mezin bo ser Îraqê û pirosesa siyasî li welêt dirust kiriye û bi sedan hezar hes li navxweya welêt koçber bûbe ku, hijmare herî zêder ya koçberan ber bi herêma Kurdistanê ve hatine, kir.

Çelebî sipasiya Nêçîrvan Barzanî û hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku, alîkarî pêşkeşî koçberên Mûsil, Telefir û deverên din yên Îraqê kiriye, herwesa, daxwaz kir ku, ji bona rûbirûbûna teror û çekdarên DAÎŞ û azadkirina wan deverên piştî 10ê hizîranê ketine destê terorîstan, hevkarî û hevahengî di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê de hebe.

Nêçîrvan Barzanî, ji aliyê xwe ve, di axaftina xwe de tekîd kir ku, pirsgirêkên îraqê di eslê xwe de pirsên siyasî ne û çareseriya wan jî divê bi rêyên çareseriyên siyasî be, ji ber ku ew pirs bi tu awayî bi tenê bi rêya leşkerî û pevçûnê çekdarî çareser nabin.

Li dor pirsa penaberan jî, serokwezîrê herêma Kurdistanê got: ” koçberên Mûsil, Telefir û deverên din yên Îraqê xwîş û birayên me ne û ew li mala xwe ne û hikûmeta herêma Kurdistanê dê hemû hevkariyên pêwîst pêşkeşî wan dike.”

Back to top button