Polîtîk
Turkmenên ji Daîşê direvin xwe dispêrin Kurdistanê
Piştî terorîstên Daîş bajarê Musil û Telaferê bi dest xist bi hezaran Turkmenên Iraqê ji tirsa mirinê xwe spartin Herêma Kurdistanê.
Her çende hejmareke rast di vî derbarî de li ber destan tûne lê belê heta niha kesên ku ji Musil û dewrûberê wê ji şerê Daîşê reviyane gihîştiye 700.000 kesan.
Li navbera van koçberan de Kurd, Ereb, Turkmen û Mesîhî têkilhevin û ji ber ewlehiya Herêma Kurdistanê, xelkê ku ji şer direvin xwe dispêrin Herêma Kurdistanê.
Heta niha ji bo parastina koçberan Hikûmeta Herêma Kurdistanê 4 kamp û wargehên penaberan ava kiriye û bi awayeke berdewam ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xwarin û av û çendîn pêdiviyên dinê jiyana rojane li ser van penaberan de tê belav kirin.