Telqîna êzidiyan
Mirîd, keso! Ser te dar e bin te dar e. Wê beye ser te melek Ezraîl û Cebraîl e. Wê ji te bike pirs û sewal e. Neb nebe tu jê bikî fikar e.
Mirîd, keso! Telqîn e, asîn e. Wê beye ser te nikl û nikîn e. Wê pirs bike, bêje: tu ji kîjan dîn e? Tu bêje ez î êzidî me, bi şêx û bi feqîr û merebî me. Şêxê min şêx Adî ye, melek Ferxedîn, melek Sacedîn e. Şêxê Şamsaniya, şêxê Şêxisina, şêxê Ebubekra ye, şêxê şêxterîqa ye; her du kurên Sitiya Zîn e. Li ser kaniya Sipî rûniştî ne, hec û tewafa mêrê êzidî ne.
Mirîd, keso! Telqîn e, asîn e. Wê beye ser te nikl û nikîn e. Wê pirs bike, bêje; tu ji kîjan dîn e? Tu bêje ez î êzidî me. Bi Mûsa pêxember re derketime serê çiya Tûresîn e. Bi Îsa pêxember re çûme Qudis û Xelîl e. Bi Mihemed pêxember re çûme Meke û Medîn e.
Mirîd, keso! Ser te kevir e bin te kevir e. Wê beye ser te melek Ezraîl û melek Cebraîl e. Deyne ber wan Mishefa-reş û nan û penîr e. Eger pê qaîl nebûn, rabe bi qopalê feqîr e.
Mirîd, keso! Ewil bi dev bû, paşî wê bibe bi ev. Wê rabe Madî, wê hilîne bang û selewatê, wê xirab bike dêr û mizgeft û qadî; û kesek nebêje bi Îsa û Mûsa û Miehemd. Xelik wê bibêje bi siltan Êzî û siltan şêx Adî.
Amîn, amîn Xwedê arîkarê dîn.
Ji kovara Hawar hejmar 49 a 15ê îlona 1942ê hatiye wergirtin.