Polîtîk

Serokwezîr sipasiya waliyê berê û pîrozbahiyî li waliyê nû dike

Piştî encamên hilbijartinên 30ê nîsana borî ji bo civatên wîlayetên herêma Kurdistanê ji aliyê dadgeha balaya herêma Kurdistanê ve hatine pesind kirin, îro civata nû ya wîlayeta Duhokê civiya û di civînê de serokê civatê û waliyek nû bo Duhokê hilbijartin.

Bi vê minasibeta, minasibeta hilbijartina serokê civata nû Fehîm Ebdula û hilbijatina waliyê nû Ferhad Etroşî, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê di du  peyamên nivîskî de sipasiya Temer Remedan waliyê berê û pîrozbahiyê li civat û waliyê nû yên Duhokê dike.

 Ev li jêr teksta her du  peyamên serokwezîr:

Birêz Temer Remedan waliyê berê yê Duhokê

Îro waliyek nû ji bo wîlayeta Duhokê hat hilbijartin. We jî gelek bi viyan xizmeta xelkê wîlayeta Duhokê kir û bi şahidiya me û xelkê bajêr we gelek destkeftî li Duhokê tomar kirine ku tu carî ew destkeftî nahên jibîr kirin.

Xebata we weke pêşmergeyek zîrek, weke fermandarekî rojên dijwar bi tu awayî nahên jibîr kirin. We ji bo welatê xwe û bîrûbaeriyên xwe bi jîrane canê xwe li pêş didanî û ber bi pêşve gav dihavêtin. Herwesa di warê îdarekirina wîlayeta Duhokê de û ji bona xizmetkirina bajêr we dilsoziyek mezin nîşan da. Ez weke serokwezîr wê şahidiyê didim ku, ji bona encamdana pirojeyên mezin li wîlayeta Duhokê û Duhok zêdetir pêş bikeve, we gelek bi dilsozî hewil dida. Em jî û xelkê xweştivî û bi wefayê Duhokê jî bi xebatên xwe dilxweş bûn.

Karwanê avadankirin û serkeftina Kurdistanê hêşta gelek maye û ji bona pêşkeftin û xizmetkirina Kurdistanê kesên wek we hertim pêwîst in.

Nêçîrvan Barzanî

Serokwezîrê herêma Kurdistanê

12.06.2014

 

Peyama serokwezîr bo civat û waliyê nû yên Duhokê:

Birêzan civat û waliyê nû yê Duhokê

Destbikarbûna civata we, hilbijartina serokê civatê û hilbijartina waliyê nû bo wîlayeta Duhokê di aqarek lihevtêgihiştin û birayetî de, em dilxweş kirin û serkeftinê ji we re dixwaz in. Ez pîrozbahiyê li yek bi yek endamên civatê, serokê civatê û waliyê nû dikim û serkeftina we daxwaza min e.

Di nava salên borî de karên mezin li wîlayeta Duhokê hatine kirin, desrxweşiyê li civata berê û hemû wan kesên beşdarî di pêşkeftina wîlayeta Duhokê de kirî dikim. Ez hêvîdar im civata we ya birêz bi cidî kar ji bo wan pêşkeftinên Duhokê bike û ber bi pêş ve bibe. Ez Hêvîdar im, ji bona berjewendiyên xelkê xweşitviyê wîlayeta Duhokê,  hûn hemû hekariya waliyê nû yê Duhokê bikin.

Nêçîrvan Barzanî

Serokwezîrê herêma Kurdistanê

12.06.2014

Back to top button