Polîtîk

Dizeyî: Hewlêr teslîmî îradeya Bexdayê nabe

Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê, duhî roja duşemiyê di preskonferensekê de got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê li ser hinartina neftê bo derve dê berdewam be û dê ji dahatiniyê neftê beşek ji meaşên karmendên hikûmetê bide.

Dizeyî got ku, dahatiniyê nefta bi wê rêjeya îro tê firotin û di vê qonaxê de têra hemû pêdawîstiyên herêma Kurdistanê nake. Ji bona dabînkirina hermû mihtaciyan herêma Kurdistanê pêwîstî bi firotina 400-500 hezar varêlên neftê di rojekê de heye.

Dizeyî ew yek jî got ku, di serdana vê dawiyê bo Ewropayê de, Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê digek hijmareke nawendên êkonomî û bankeyên navdewletî civiya û daxwazêa qerzî ji wan nawend û bankeyan kir daku, bi rêya wî qerzî û dahatiniyê neftê meaşên karmendên hikûmetê bê dan. Hikûmet  lêdixebite ku di çend mehên bê de beşek mezin ji pirsgirêkên êkonomî çareser bike.

Peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê li ser daxuyaniyên Bexdayê yên li dijî hinartina nefta herêma Kurdistanê de got ku, bi piştgiriya xelkê herêma Kurdistanê, Hewlêr guh nade biryarên Bexdayê û dê li ser hinartina neftê berdewam be. Lê di heman demê de hikûmeta herêma Kurdistanê bi diyalogê re ye û dixwaze bi rêya danûstandina hemû pirsgirêk, bi tyabetî pirsa hinartina neftê  bên çarser kirin.  Hikûmeta herêma Kurdistanê teslîmî îradeya Bexdayê nabe.

Back to top button