Polîtîk

Komîsyona Hilbijartinan 3000 karmendên xwe dadgeh bike

Komîsyona Hilbijartinên Iraqê wê 3000 sê hezar karmendên xwe radestî dadgehê bike ku bi destkarîkirina encamên hilbijartinan da hatine tometbarkirin.

Serokê Komîsyona Bilind ya Serbixweya Hilbijartinên Iraqê di kongreyekê rojnamevanî da ragihand, li gor lêpirsîn û skalayan û belgeyên berdest di dema hejmartina dengan da wan sê hezar karmendan bizav kirîne bo guherîna encaman di berjewendiya aliyekê siyasî da li ser hesaba aliyên din.

Serbest Mistefa eşkere kir ku encamên sê sed sindoqên dengdanê hatine hilweşandin, piştî çendîn aliyên siyasî lêpirsîn li ser karmendên komisyonê hatine tomarkirin.

Back to top button