Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî ji bo pêkanîna hikûmetê hat wezîfedar kirin

Parlamentoya Kurdistanê di civîna xwe ya îro de, Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê wezîfedar kir.

Parlamentoya Kurdistanê civiya û di civînê de lîsteya PDK kandîdê xwe, Nêçîrvan Barzanî  ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Kurdistanê pêşkeşî civîna parlamentoyê kir.

Serokatiya parlamentoya Kurdistanê kandîdê PDK ji bo pêkanîna kabîneya nû xiste dengdanê û bi 99 dengên belê û bi yek dengê nexêr Nêçîrvan Barzanî ji bo pêkanîna kabîneya heştem a hikûmeta Kurdistanê hat wezîfedar kirin. 

Qubad Talebanî, kurê Celal Talebanî sekreterê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê, bi 78 dengên belê ji bo cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ji aliyê parlamentoya Kurdistanê ve hat binav kirin.

Back to top button