Cîhan
Nêçîrvan Barzanî serdana Londonê dike
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser vexwandina wezîrê derve yê Birîtaniyayê Wiliyam Hague, di destpêka heftiya bê de serdana Birîtaniyayê bike û digel wezîrê karûbarên derve û wezîrê enerjiyê yê hikûmeta Birîtaniyayê bicive.
Li gor malpera Rûdawê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê di serdana xwe de ku, dê wezîrê samanên xwezayî Aşitî Hewramî jî pê re be, digel berpirsên hikûmeta Birîtaniyayê bicive.