Polîtîk

Pirsa PDK-T di parlementoya Tirkiye de

Pirsa pejirandina Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye bû babetê gengeşeyê di parlementoya Tirkiye de.

Piştî wezereta navxwe ya Tirkiye damezirandina PDK-T pejirand, di rojeva siyasî de bû babetek yê minaqeşeyek berfireh. Herweha di parlementoyê de di vê derbarê de parlementerek yê MHPê mafê axavtinê daxwaz kir.

Parlementerê MHPê di axavtina xwe de got: Cihek navê wê Kurdistanbe tuneye. Ez ji wezîrê navxwe dipirsim ka gelo sinorên Kurdistanê li kûderêye.

Parlementerê MHPê bi yundî wezereta navxwe rexne kir û got em tu cara rê nadin partiyek bi navê Kurdistanê hebe û siyasetê bike.

Back to top button