Îran li gel Kurdistanê mezintirîn peymanê mohr bike

Piştî wê yekê ku heftiya derbasbûyî şandekî Komara Îslamiya Îranê bi Serokayetiya Rustem Qasimî Berpirsê Komîteya Pêşxistina Bazirganî ya di navbera Iran û Iraqê, bi mebesta axaftin û guftûgokirina mohrkirina peymana uze li gel Herêma Kurdistanê serdana Hewlêrê kirin li gel Nêçîrvan Barzanî Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê civiyan û her wiha bi mebesta dûvdaçûn û temamkirina guftûgoyên îro şandekî Wezareta Samanên Siruştiyên Herêma Kurdistanê gihîştin Îranê. 

Li vî derbarî de çavkaniyek ji şanda Herêma Kurdistanê ragihand armanca serdana wan bersîvdana heftiya derbasbûyî şandeke Îranê û guftûgokirin û zêdetir axaftin û rêxweşkirina mohrkirina peymana li warê Uzeyê da ye. 

Her li vî derbarî de çavkaniyek eve jî eşkere kir ku Komara Îslamiya Îranê hengavekî mezin li gel Herêma Kurdistanê li warê Uzeyê da avêtiye û niha dixwaze mezintirîn peymana dû qolî li gel Herêma Kurdistanê îmza bike. 

Îran dixwaze gazoil û gaza sirûştî bişîne Herêma Kurdistanê, li beramber da ji Herêma Kurdistanê jî nefta reş bişîne Îranê.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: