Polîtîk

Terorîst nikarin bi êrîşên hovane morala xelkê Kurdistanê herifîn in

Civata wezîrên herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê kiryara terorîstiya bajarê Xaneqînê bi dijwarî şermezar dike û  di peyama xwe de dibêje ku, gelê Kurdistanê bi van kiryarên terorîstî naheje û morala wan naherife:

          Bi minasibeta derketina vîdiyoya cenabê mam Celal serokkomarê Îraqa Federal, hevwelatiyên Kurdistanê ji bona nîşandana  kêfxweşiya xwe li ber avahiya melbendê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê li bajarê Xaneqînê civiyan û şahî gêra. Ew şahiya hevwelatiyên Kurdistanê bû armanca kiryarerke terorîstiya xwekujî û mixabin, di encamê wê êrîşa terorîstî de hijmareke hevwelatiyên kurd yên sivîl şehîd û birîndar bûn. Em bi dijwarî wê êrîşa terorîstî şermezar dikin.

Serokatiya hikûmeta Kurdistanê di peyama xwe de dibêje ku, Terorîst dixwaz in bi êrîşên hovane morala xelkê Kurdistanê herifîn in û di germiya dengdan, hilbijartin û atmosferê azad û demokrasiyê de wan sar bikin:

           Lê gelê Kurdistanê qed bi van kiryarên tirsinok naheje û morala wî naherife. Lê belê weke hertim  li ser avêtina gavan ber bi azadîyê dê berdewam be û paşde venagere.

 

Hikûmeta Kurdistanê  hevxemî û sersaxiyan pêşkeşê malbatên şehîdna û Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê dikin û hêviya çakbûnê ji bo birîdaran dixwaz in. 

Back to top button