Amerîka îro mûşekên Hellfire û hezar tankan radestî Iraqê dike
Serokê Odeya Hevkariya Asayîşê li Balyozxaneya Amerîka li Iraqê eşkere kir ku Hikumeta Amerîka îru dê 99 muşekên Hellfire û hezar tankên leşkerî radestî hikumeta Iraqê bike û dupatkir ku firokên ji cureyê F16 li îlona îsal de wê bigihin Iraqê.
Di civîneke rojnamevaniyê de Michael Badnarik ragihand, li destpêka kêşeyên Enbar, Amerîka dest bi alîkariyên serbazî di gel Iraqê kiriye û beriya niha ji 14 milyon muşekên cûr bi cûr û heft hezar parçeyên çek li 17 kanûna dûyê radestî Iraqê kirîne.
Her wiha Badnarik got: Amerîka berdewam nexşe û zanyariyan li ser cih û livînên çekdarên DAÎŞ dide hikumeta Iraqê û dûpat kir ku firokên ji cureyê F16 li meha îlona îsal wê bigihin Iraqê û ji bo vê çendê her du aliyan dest bi mezinkirina bingehê hêzên esmanî kiriye.