Civak

Di hilbijartinên wîlayetan de PDK yekemîn e

Li gorî encamên rapirsiya dawî li ser hilbijartinên civatên wîlayetên Herêma Kurdistanê, li li wîlayeta Hewlêr û Dihokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yekem e û li wîlayeta  Silêmaniyê jî Tevgera Goranê di rêza yekem de ye.

Li gorî rapirsiya herî dawî ya Peymangeha Kurdistanê ya lêkolîn û rapirsiyan, derbarê hilbijartinên civatên wîlayetên Herêma Kurdistanê, ku bi beşdariya 3000 hezar kes û di navbera 8ê nîsanê heta 13ê nîsana îsal hatiye encamdan, hevrikiyek dijwar di navbera her sê partiyên serekî yên Herêma Kurdistanê PDK, YNK û Tevgera Goranê tê dîtin.

Li gorî encamên rapirsiyê, li wîlayetên Hewlêr û Dihokê PDK û li wîlayeta Silêmaniyê jî Tevgera Gorran yekem e. 30 kursiyên wîlayeta Hewlêrê (5 kursî bi sîstema kota tê kifşkirin), 13 kursî bûye pişka PDKê, 4 kursî bûye yê Gorran û YNKê jî 3 kursî bidest xistiye. Partiyên îslamî jî 4 kursî û aliyên din jî kursiyek bidest xistine.

Li Silêmaniyê jî ji nav 32 kursiyan, ku 1 bi kotayê tê kifşkirin, Tevgera Gorran dibe xwediyê 12 kursiyan, YNK 7 kursiyan bidest dixe û PDK jî 5 kursiyan distîne. Partiyên îslamî 7 kursî û ti kursiyek nagihîje aliyên din.

 

Li Dihokê jî ji nav 28 kursiyan ku, 3 jê bi kota tê kifşkirin, 19 kursî dibe para PDKê, Tevgera Gorranê 1 kursî bidest tîne û YNK jî 2 kursiyan distîne, Yekgirtûya Îslamî jî dibe xwediyê 3 kursiyan û Komela Îslamî û aliyên din tiştekî bidest naxin.

Weke ku tê zanîn di 30ê vê mehê de hilbijartinên civatên wîlayetên herêma Kurdistanê û hilbijartinên parlamentoya Îraqê tên encam dan.(rûdaw)

Back to top button