Polîtîk

Konferansa Pêvajoya Çareseriyê û Peywendiyên Kurd û Tirk

Ji aliyê Navenda Lêkolîn û Çareserkirina Pirsên Civakî û Mirovî ya Zanîngeha Dersimê ve konferansek bi navê Pêvajoya Çareseriyê û Peywendiyên Kurd û Tirk hate li darxistin.

Li Konferansê de Orhan Mîroglu Birêvebirê Bernameya Pêşxistina Dîrokiya Civakê ya Peymangeha Hizrî ya Stratejik balkişand li ser wê yekê ku piştî ewqas êş û azarên ku hatine jiyan, pêkvebûna civakan destkefteke gelek mezine.

Dr Ali Kemal Cîgirê Navenda Lêkolîn û Çareserkirina Pirsên Civakî û Mirovî ya Zanîngeha Dersimê da zanîn ku hemû serkirdeyên balkêş ji aliyê rêxistinên xwe ve ji holê hatine rakirin. Her wiha got: Eve pêvajoyeke gelek girînge, bala her kesekî ji dil û can dikşîne, ji ber ku eve kêşeya cane. Nêzîkî salekî û nîve mirov nayên kuştin.

Hakan Yusuf Guner Parêzgerê Dersimê û Eşref Yonsuz Cîgirê Parêzgerê Dersimê û Prof. Dr Durmuş Boztug Serokê Zanîngeha Dersimê û çendîn rayedarên bajarê Dersimê û nûnerên saziyên medenî û xwendekar û hemwelatî beşdariya vê konferansê kirin.

Back to top button