Ciwan Haco çareseriya Rojava bi tenê yekîtiye
Ciwan Haco hunermendê navdarê Kurd di hevpeyvîneke taybet de behsa muzîka xwe dike û dide xuyakirin ku ji destpêka xebata wî ya hunerî de wî tu plan tûnebû ku bi awayeke taybet derkeve pêş guhdaran.
Haco di derbarê rewşa Kurdistana Sûriyê de dibêje ku derfeteke dîrokî ya zêrîn ji bo Kurdên Rojava pêkhatiye, lewra divê ew bi hemû hêza xwe vê derfetê biparêzin.
Ciwan Haco got, divê hemû partî û rêxistinên siyasî li Kurdistana Rojava birêve bibin û nabê aliyekî siyasî hêza xwe li ser aliyên din ferz bike û çareseriya Kurdên Rojava bi tenê yekîtî ye. Ez dixwazim hemû Kurdên me vegerin ser wê peymana ku li bin çavdêriya Serok Barzanî de hatibû îmzakirin ji ber ku ew peyman nûnertiya yekîtiya Kurdan dikir. Eger yekîtî pêkneyê wê Kurdên Rojava wê derfeta ku îro jî heye ji dest bidin.