Kultur

Ragihandina Kurdî 116 saliya xwe pîroz dike

Yekemîn Rojnameya Kurdî ya bi navê “Kurdistan” berî 116 salan li 22 Nisan 1898 li Qahîre ya paytexta Misirê dest bi weşana xwe kir. Ev roj wekî roja rojnamegerî û ragihandina Kurdî jî tê pîroz kirin. 

Rojnameya Kurdistan ji aliyê Miqdad Mithad Bedirxan û Abdurahman Bedirxan ve hate derxistin û li navbera salên 1898 û 1902 de 31 hejmar hate weşandin.

Yekemîn rojnameya Osmanî li sala 1831 an de li Stenbolê (Takvimi Vakayi) dest bi weşana xwe kir û yekemîn rojnameya Erebî li sala 1828 an de li Qahîreyê bi navê Vakayi Misriye dest bi weşana xwe kir û yekemîn rojnameya Kurdî ya bi navê “Kurdistan” jî li 22 Nisan 1898 li Qahîre ya paytexta Misrê dest bi weşana xwe kir.

Mîqdad Mîthad Bedirxanê Botanî li yekemîn hejmara rojnameya Kurdistanê de armanca derxistina rojnameyê wiha daye zanîn “Li dinyayê çiqas Misilman hene di gund û bajarên hemiyan de dibistan û rojname hene. Bûyerên li dinyayê diqewimin di van rojnameyan de tên nivîsîn. Lê mixabin Kurd ji rojnameyekê bê par in û nizanin di dinyayê de çi diqewime, cîranê wan Mosqof çawa ye dê çi bike. Loma di riya Xwedê de min ev rojnama ha nivîsî. Bi îzna Xwedê Teala ji niha pê ve di her panzdeh rojan de ezê rojnameyekê binivîsim. Min navê wê kiriye KURDISTAN. Di vê rojnameyê de ezê qala qenciya zanyariyê û têgihîştinê bikim; li ku derê mirov fêr dibe, li ku derê xwendingeh û dibistanên qenc hene, ezê nîşanî kurdan bidim; li ku derê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, tîcaretê çawa dikin; ezê qala hemûyan bikim.”

 

Back to top button