Kurdên Başûr çawa temaşa Bakûr û Pirsa Kurd û PKK dikin

Navenda Lêkolînên Aştiya Rojhilata Navîn a Navdewletî (IMPR) raporek di derbarê dîtin û nêrîna Kurdên Başûrê Kurdistanê (Iraqê) ya li ser çareserkirina pirsa Kurd ya li Bakûrê Kurdistanê(Tirkiyê) hatiye belavkirin.
Raporê de (IMPR) didin zanîn ku ev rapor berdewamiya rapora (Dîtin û nêrîna Partiyên Rojhilata Kurdistanê ya ji bo çareserkirina pirsa Kurd li Bakûrê Kurdistanê) ye û ev rapora nû ya Dîtin û Nêrîna Kurdên Başûrê Kurdistanê(Iraqê) ya li ser çareserkirina pirsa Kurd ya li Bakûrê Kurdistanê (Tirkiyê) jî berdewamiya heman xebatê ye.
Rapora IMPR ya bi navê Dîtin û Nêrîna Kurdên Başûrê Kurdistanê (Iraqê) ya li ser çareserkirina pirsa Kurd ya li Bakûrê Kurdistanê(Tirkiyê) ji aliyê (Açık Toplum Vakfı û Chrest Foundation) ve hatiye piştgirîkirin. Rapor girîngiyê daye babetên wekî: Peywendiya Kurdên Tirkiye li gel Kurdên Iraqê, Nêrîna Kurdên Iraqê ya li ser Têkoşîna Çekdarî û Diyalogê, Nêrîna Kurdên Iraqê ya li ser Kêşeya Kurd û PKK, Nêrîna wan ya li ser meseleya Suriye, Nêrîna Kurdên Iraqê ya li ser Pêvajoya Aştiyê, Astengî û Tehdîdên beranber Pêvajoya Aştiyê, Nêrîna Kurdên Iraqê ya li ser Kurdistana Mezin, Bandora Pêvajoya Aştiyê ya li ser Kurdên Iraqê, Rê û rêbazên ku pêwîste li pêvajoya aştiyê de bê şopandin û ji Pêşniyarên Çareseriyê pêkhatiye.
Hêjayî gotinêye ku rapor bi zimanê Tirkî hatiye amadekirin û li ser vê lînka li jêr hun dikarin ji bo xwe daxin.
http://www.impr.org.tr/impr-saha-arastirmasi-raporu-irak-kurtlerinin-turkiyedeki-kurt-sorunu-ve-cozumune-yonelik-algisi/#.U0zaWFdWg8z