Babê du gerilan ew birîndar kir
Ji berî 4 rojan serokê şeredariya Qoserê/Kiziltepê Îsmail Asî rasta êrîşeke çekdarî hat. Hinek kesan di avahiya şeredariyê de ew birîndar kirin.
Kesên ku ew birîndar kirîn eşkere bûn. Herweha sedemê êrîşê jî eşkere bû.
Bedrî Çelîk ciwanek temenî wî 15 salin.Li Kiziltepe dima. Xelkê Kiziltepe bû. Ji berî niha 18 mehan ji mal çû derket çîyê tevlî refên PKKê bû.
Zozan Çelik Temenê Zozan 16 saliye û xweşka Bedrî Çelik e. ji berî hefteyekî ji mal çû. Zozan tevlî PKKê bû derket çîya.
Babê van herdu zarokan M.Faruk Çelik bi sedema ku serokê şeredariyê zarokên wî rkirine çîyê.Erîşek çekdarî li himber serokê şeredasrayiya Qoserê kir.
Yanî yê ku serokê şeredariyê birîndar kiriye bavê du gerilan e.
Bê guman gelek nirxandin û şêrove li ser vê bûyerê tê kirin. Ji xwe bi dehan bûyerên bi vî awayî li Kurdistanê çêbûne. Eve ku mirov li ser pişta zarokên xelkê siyasetê dike.