Kultur
Li Çolemêrgê pêşbaziya xwarin û şîriniyan
Birêvebiriya Siyaseta Civakî û Malbatî ya Çolemergê pêşbaziyeke li navbera beşdarbûyên Navenda Piştgiriya Malbatê de li ser xwarin û şîriyên xwemalî li dar xist.
Li pêşbaziyê de 14 jin bi 12 şîrinî û xwarinên cûda cûda beşdarî kirin û encama pêşbaziyê de Tahsiya Erik bi baqlaweya xwe bû yekem û Sitqiya Ecer Ekinci bû dûyem û Deniz Atiş bû sêyem.
Abdulbaki Aydın Birêvebirê Siyaseta Civakî û Malbatî ya Çolemergê da zanîn ku armanca wan nasandina xwarin û şîriniyên devera Çolemêrgê ye.