PDK-S dikare bibe bersiva daxwaziyên gel
Partiya Demokrata Kurdistana Suriye piştî dayînstandinek berfireh û gotubêjkirina pirsa Kurdistana Rojava hata damezirandin.
Bê guman di dema destpîkirina damezirandina partiyê û heta pîkanîna kongreyê gelek rexneyên ku mirov bike hene.
Wek tê zanîn PDK-S ji 4 partiyan pêkhat. Endamîn kongre ji her çar partiyan pêkhat. Lê giraniya endamên kongreyê ji El Parî bûn. El parti bi sere xwe nekarî kongreyek taybet de rewşa xwe a siyasî baş binirxîne û muhasebeyekî di nava xwe de bike. Ev kêmasiyeke herî mezin bû.
Ji ber ku dema mirov giyanek nû, bernameyek nûjen û heta bi rêxistinek hevbeş derkeve holê û xwedî îdia be , divê derbasbûya xwe baş binirxîne kêmasîyên xwe bibîne û pirsên bûyîn sedema sernekevtinê baş şirove bike, da ku carek din ew çewtî neyên dubare kirin.
Lê li gel gelek kêmasiyan jî 4 partiyên Kurdistana Rojava karîn yekitiyekî di nava xwe de ava bikin û kongreyek hevbeş bikin.Ev yek bi serî xwe gavek baş bû.
Rewşa partiya nû, û karû xebata ku bikin dê ji îro pêde di bin çavderiya gel de be. Niha rewşa Rojavayê Kurdistanê baş tê zanîn. PYDê bi hevkariya rejima Esad herêma Kurdistanê kiriye di bin desthilatdariya xwe de. Bi hemdê xwe rê nade partiyên din û taybet PDK-S. Gelo wê li himber vê yekê Partî çi bike? Ev yek di dema pêşiya me de, dê bibe cihê gotubêja herî berfireh.
Di kongre de desthilatdariyek nû hate hilbijartin. Sekreterek nû û komiteyek nû ya rêvebir hatiye hilbijartin.
Ji berî her tiştekî desthilatdariya partiyê pêwîste bikaribe kesayeta partiyê ya siyasî biparêze û xort bike. Eger ev yek pêknewê dê gelî ferqek mezin ji berê tunebê. Yanî bi kurtahî sekreter divê sekreterbe û endamên Komîteya rêvebir divê xwedî kesayetbin û ev yek ji bo serkevtina partiyê gelekî girînge. Yê tê digihe dizanê armanc ji vê yekê çiye.
Rêbaza partiya Demokrata Kurdistana suriye li ser diçe hêviya gelên Kurdistanêye. Lê pêwîste li wê rêbazê bi kesayet xwedî bê derketin.
Li Rojavayê Kurdistanê hêja gel piranî heviya xwe di rêbaza Barzanîyetê de dibîne. Ji bo vê yekî jî pêwîste Partî bibe bersiva daxwaziyên gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê. Ev bersiv dê bibe pîvana serkevtina partiyê.
Îro Başûrê Kurdistanê pişgiriyek mezin dide siyaseta vê partiyê. Lê eger ev yek baş neyê pêkanîn û rêve neçî çewtiyek di cureyê pêwendiyan de heye û pêwîste ev yek bête nirxandin.
Di vê pêvajoyê de barê PDK-S gelekî girane. Lê desthilatdariya partiyê bikaribe yekitiya partiyê biparêze û taybetî gava yekem baweriyekî bide bingehê partiyê û giyanek nû dest xebata xwe bike, dê hesanî karibe vî barê giran jî rake.
Hêvî ewe ku ev partî serbikeve. Serkevtina partiyê daxwaziya her kurdek welatparêz e. Bê goman serkevtina partiyê dibe serkevtina xeta netewî li Rojavayê Kurdistanê.
Ez sekreterê nû yê partiyê Siud Mele û desteya rêvebir ya nû pîroz dikim û hêvîya serkevtina wan dikim.
9.04.2014
Dara Bilek