Polîtîk

SHK Dadgeha Iraqê hatiye siyasîkirin û ne serbixwe ye

Di derbarê bi biryara Dadgeha Têhelçûna Federal ku li ser şermezarkirina Ferhad Etruşî biryarekî Dadgeha Çap û Ragihandinê pejirandiye û daxuyaniyên vê dawiyê ya Parlementerê Kurd bi biçûkkirina Husên Şehristanî zaniye, em bi hemû aliyek radigihînîn ku daxuyaniyên Ferhad Etruşî li ser zêdeçûnên desthilata Bexda ya li ser samana gelên Iraqê ji bo agahdarkirina raya giştî bûye. Her wiha biryara Dadgeha Têhelçûnê bi tu awayekî bi têkçûna Ferhad Etruşî nayê zanîn ji ber ku ew, yek ji nûnerên gelê Kurdistanê ye li Bexda û ji bo bergirîkirina li mafên gelê xwe ye.

Ev nûner wekî Parlementerekî, erkên xwe raperandiye û daxuyaniyên wî li ser babetekî takekesî nebûye û peywist bûye bi berjewendiyên giştiyên xelkê Iraqê û cihê daxê ye Dadgeh prensîpên serbixweyî û cûdakirina desthilatê berbiçav nekiriye û nûnerekî Kurd li ser bergirîkirina li berjewendiya hemû xelkê siza daye. Ev biryar ji bo hemû aliyek zelal dike ku dezgeha qezayî li Iraqê hatiye siyasî kirin û ne serbixwe ye.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê

08.04.2014

Back to top button