Ji Zanîngeha Batmanê paneleke girîng

Zanîngeha Batman a Bakûrê Kurdistanê li avanahiya xwe ya nû de ji bo bi awayeke zanistî lêkolîna Herêma Batman û Ramanê bike paneleke bi navê (Fêkiyên Qaşilên Hişk û Lêkolîna Jîngehê û Raman a Rojava) tê sazkirin.

Panela Zanîngeha Batmanê li 11 Nisan 2014 roja înê destpêdike li vê panela lêkolînî de gelek zanîngehên dinê herêmê jî têda beşdarî dikin.

Panela bi navê (Fêkiyên Qaşilên Hişk û Lêkolîna Jîngehê û Raman a Rojava) de Prof Dr Seyit Mehmet Şen Endamê Perwerdehiya Peymangeha Wêje-Fen ya Zanîngeha Kastamonu, Prof. Dr. Ekmel Tekintaş Endamê Perwerdehiya Peymangeha Çandinê ya Zanîngeha Adnan Menderes, Prof. Dr. Turan Karadeniz Serokê Peymangeha Çandinê ya Zanîngeha Ordu, Doç. Dr. Koray Özrenk Cîgirê Serokê Peymangeha Çandinê ya Zanîngeha Sêrtê û Dr. Yılmaz Boz Birêvebirê Lêkolîna Navenda Çanda Bexçeyên Yalova Atatürk beşdar dibin û panel li hola Ramana Rojava demjimêr 14.00 de destpêdike. 

 

Nerîna min :