Polîtîk
Eger budçe bê Kurdan derbasbû Kurdistan dê serxwebûnê ragihîne
Herêma Kurdistanê yekem karta zext û fişarê li ser Bexda eşkerekir, ew jî eweye eger Bexda budçeyê bê Kurdan pesendkir ragihandina serbixweyiya petrolêye.
Muhsîn Se’dûn Cîgirê Hevalbenda Kurdistanî li civata nûnerên Iraqê got: “Dûr nîne ev sale jî mîna sala bihurî budçe bê Kurdan bête pesendkirin”.
Her wiha diyarkir ku li rûniştina îro dê xwendina dû yê ji bo proje qanûna budçeyê bêyî berhevbûna Kurdan bête kirin û dûr nîne bê Kurdan jî rêjeyiya qanûnî ya endaman temam bibe û her wekî li sala bihurî rûdayî budçe bête pesendkirin.
Se’dûn got: “Kurd destberdariyê ji daxwazên xwe nakin, lê eger budçe derbasbû, Kurdan kartên xwe yên fişarê hene û yek ji wan jî ewe dê girêbestên petrola Herêma Kurdistanê serbixwe bikin û ji bo Bexdayê venagerin”.